Hevpeymanî çekên pêşketî radestî HSDê dike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di çarçova operasyona li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê de çekên pêşkeftî radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di çarçova operasyona li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê de çekên pêşkeftî radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek ji çek û otombîlên leşkerî ji Eyn Îsa û Kobaniyê bo HSDê veguhastine navçeyên rojhilatê Dêrazorê li nêzîkî bejarokê Hecînê.

Rewangehê amaje bi wê kir, amadekariyên êrîşekê ji aliyê HSDê, Ceyş Siwar û Lîwaya Eniya Kurdan ve tê kirin, çekdarên eşîreya Şuhêtat jî vê carê ligel wan beşdar in û li bereyên pêşî belav bûne.

Operayona HSDê li dijî dawî berîka DAIŞê li navçeya Hecînê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji 10 Îlona bûrî ve dest pê kiriye, di dama dawiyê de jî hin êrîşên berûvajî ji aliyê DAIŞê ve hatin kirin û li gor zanyariyên Rewangehê DAIŞê hin xal ji vegerandin.

 

S. B