Çavuşoglu seredana Bexdayê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu îro bi seredanek fermî gihişte Bexdayê û digel Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu îro bi seredanek fermî gihişte Bexdayê û digel Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

Nivîsîngeha Serokwezîrê raspartî yê Iraqê di daxûyaniyekê de belav kir, di civînê de Çavuşoglu ragihandiye, Tirkiye amade ye hemû pirsgirêkên xwe digel Iraqê çareser bike, bi taybetî pirsa avê.

Herweha Wezîrê Derve yê Tirkiyê digel Serokê Tevgera Hîkme ya Niştîmanî Emmar Hekîm civiya.

Dihate çaverêkirin û ligor ragihandina Ajansa fermî Anadolu bi xwe Wezîrê Derve herweha seredana Hewlêrê kiriba, lê bi daxûyaniyek dereng, ev seredan ji bo demek nediyar hate paşxistin.

 

 

C.B