Îran: Hindik mabû Beşar Esed dev ji desthilatê berde

Îran: Çekdarên opozisyonê nêzîkî koçka Esed bibûn û hindik mabû Esed dev ji desthilatê berde, lê me belavkirina 10 hezar serbaz rê li ber wê yekê girt

K24 - Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Supaya Pasdaran ragihand, Wê serokê Sûrya Beşar Esed dev ji desthilata berdaba heger Tehran destwerdan di Sûryê de nekiriba.

Endamê komeleya diyarkirina berjewendiya rêjîma Îranê Elî Axa Mihemedî ragihand, ku serkirdeyê berê yê Supaya Pasdaran Hisên Hemedanî gotibû: "Heger ew derbasî Sûryê nebana, Beşar Esed gihabû wê biryarê ku ji koçka serokatiyê derkeve û dev ji desthilatê berde, ji ber ku çekdarên dijberên wî li derdora koçka wî bûn".

Bi gotina Mihemedî, Hemedanî ji Esed re gotibû: "Ti carî dudil nebe, heger tu bihêlî 10 hezar çekdar di nav miletê Sûryê de bên belavkirin, wê demê metirsî li ser te namîne".

Mihemedî eşkere jî kir, ku Hisên Hemedanî Hizbullaha Lubnanî tevlî şerê li Sûryê kir û 80 hezar serbazên Sûrî biçek kir û artêşa wî welatî bihêz kir.