Li 116 gund û mezrikên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de ji 12'ê Îlonê demjimêr 16.00'ê pê de li 116 gund û mezrikên girêdayî navçeyên Licê, Farqîn, karaz, Hezro û Pasûrê qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin û heta fermaneke dûyem dê qedexe bidome.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Diyarbekirê di daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir, li Licê li 28 gund û 24 mezrikan, li Hezroyê 6 gund û 2 mezrikan, li Karaz li gundek û mezrikekê, li Farqînê li 4 gund û 8 mezrikan û li Pasûrê li 17 gund û 25 mezrikan di çarçoveya operasyonên dijî PKK'ê de qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Parêzgerî hişyarî dide nîştecîhan ku li gorî qedexeyê tevbigerin, da ku zirar newe can û malên wan. Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku dema bidawîhatina qedexeyê ne diyar e û heta fermaneke duyem dê qedexe bidome.

S. B