Girêkên li pêş projeya Tirkiyê ya “Herêma bi ewle”

Rojnameya “aawsat” çapa Londonî hûrgilî û astengiyên li pêş avakirina herêma bi ewle li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “aawsat” çapa Londonî hûrgilî û astengiyên li pêş avakirina herêma bi ewle li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve belav dike.

Serokê Amerîka Donald Trump ku berî çend rojan gotibû, ewê herêmeke bi ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ew bi awayekî erênî pêşwaziya pêşniyara Trump a dirustkirina herêmeke bi ewle dikin û heger Hevpeyman alîkarî bin, Tirkiye bi xwe dikare herêma ewle ava bike û nabe YPG li herêma ewle hebe.

Rêveberiya Xweser, MSD, TEV-DEM, PYD, YPG û HSD jî dibêjin, ew ne li dijî avakirina herêma bi ewle ne, lê bi mercê ku ev herêm ne ji aliyê Tirkiyê ve bêne parastin.  

Rojnameya “aawsat” çapa Londonî di raporta xwe de belav kir, Tirkiye dixwaze mercên xwe li ser herêma bi ewle bisepîne, di heman demê de Kurd, Rûsya û Amerîkî bi Enqerê re li ser 6 xalan lihev nakin.

Yekem: Kûrahiya herêma Ewle, Enqere dixwaze ew herêma bi ewle 32 K.M be, Washingtonê bi awayekî destpêkî li ser 10 K.M razî bûye. Mosko pêşniyaz dike di navbera 5 – 10 K.M be. Lê Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tekez dike ku divê ev herêm li aliyê din ê sînor di hundirê Tirkiyê de be.

Duyem: Parastina herêma û bavê wê, Tirkiye dixwaze bi “Herêma bi Ewle” binav bike, anku dijefirînê. Mosk dixwaze “Herêma Tampo” û bê dijefirînê be. Kurd dixwazin “Herêma Dijefirînê” be, ta ku ji Tirkiyê bêne parastin.

Sêyem: Hebûna dewleta Sûrî, Enqere red dike ku ti hebûneke Sûrî li wê herêmê hebe. Mosko pêşniyaza belavbûna hêzên Sûrî li ser sînor di çarçova serweriya Sûriyê de dike.

Çarem: Kurd, di 23ê Beçileya 2018an de Serokê Amerîka pêwendî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re kir û daxwaza gerentiya parastina Kurdan kir. Herwiha Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton jî Tirkiye ji êrîşa li ser Kurdan hişyar kir, ku Erdogan ji wê hişyariya Bolton red kir. Enqere dibêje, YPG ne nûnerê Kurdan e. Lê Mosko hewl dide berjewendiya her du aliyan bicih bîne.

Pêncem: Rêveberiya herêma bi ewle, Enqere pêşniyaz dike encûmenên xwecihî bêne avakirin û kesên pêwendiya wan bi YPGê re nîn in tê de bicih bibin. Mosko li ser avakirina encûmenên xwecihî razî ye. Lê YPG dibêje, berê encûmenên hilbijartî hene.

Şeşem: Pêwendiya herêmê bi hikûmeta navendî re, Enqere dixwaze ev herêm dûrî desthilata dewletê ya rasterast be. Mosko rijd e ku ev herêm vegere bin desthilata hikûmeta Sûriyê. YPG jî mikurhatina li Rêveberiya Xweser daxwaz dike.

 

S. B