Soylu: Ji bo hilbijartinan nîv milyon ji hêzên ewlekariyê amade ne

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji nîv milyonî zêdetir hêzên ewlekariyê dê kar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji nîv milyonî zêdetir hêzên ewlekariyê dê kar bikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji medyaya Tirkiyê re axifî û di derbarê ewlekariya dengdayîna hilbijartinên Tirkiyê de got, wan ji bo welatî bikaribin azadî dengê xwe bikar bînin hemû bergîrî wergirtine.

Soylu askere kir, di vê çarçoveyê de 531 hezar karmendên hêzên ewlekariyê li ser karê xwe bin û dê bergiriyên ewlekariyê werbigirin.

Soylu herwiha got, di hilbijartinan de li Bakurê Kurdistanê cihê dengdayînê ya 186 hezar kesan jî hatiye guhertin.

Biryar e di roja 24ê vê mehê de hilbijartinên serokomartiya Tirkiyê bi rê ve biçe.

 

S. B