Vîzeya Îranê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê hat erzankirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Duh serkunsulê Îranê li Herêma Kurdistanê Murteza Îbadî serdana deriyê sînorî yê Hacî Omeran kir û got: "Pêwîst e bihevguhertina bazirganî di nav herdu aliyan de were pêşxistin".
Murteza Îbadî di kongirekî rojnamevanî hevbeş de li gel qayimqamê Çoman ragihand: "Giringiyeke mezin ya abûrî ya deriyê Hacî Omeran ji bo Îran û Herêma Kurdistanê heye, lewra pêwîst e di warê geştyarî û bazirganî de, bi hevrêzî û rezamendiya herdu aliyan, ev derî bê pêşxistin".
Derbarê wergirtina vîzeya Îranî Îbadî got: "Asankarî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê hatine kirin û nirxê vîzeyê ji bo wan ji 40 dolarî bo 26 dolaran hatiye kêmkirin".