Enstituya Amerîkî: Rûsya dikare HSD bike armanc

Ligor Enstituyê niha amadekarî tên kirin ku, hikumeta Sûriye kontrola xwe liser xaka Sûriye bi tevayî bisepîn e û piştî rewşa Idlibê, Rûsya ligel hevpeymanên xwe û hêzên din êrîşê bibe ser rojhilatê Firatê

K24 -= Navenda Nûçeyan

Enstituya çalakiyên serbazî ku navenda wê li Washington a Amerikayê, di rapora ku weşandî de dinivîse: “Rûsya dikare yekser an bi rêya hevpeymanên xwe, rêxistinê nêzîkî Amerika li Sûriye, wekî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên din bike armanc”.

Ligor Enstituyê niha amadekarî tên kirin ku, hikumeta Sûriye kontrola xwe liser xaka Sûriye bi tevayî bisepîn e û piştî rewşa Idlibê, Rûsya ligel hevpeymanên xwe û hêzên din êrîşê bibe ser rojhilatê Firatê.

Piştî Rêkeftina Soçî ya di navbeyna Tirkiye û Rûsya de, Wezîrê derve yê Rsûsyayê Sergey Lavrov anîbû ziman ku, rojhilatê Firatê ne di bin kontrola hikumetê de ye, Amerika li wir xwedî control e, lê dive hukimeta Sûriye li tevayiya xaka xwe bibe serdest.

 

 

 

C.B