Yûksekdag: Tirkiye dixwaze PYDê hevkariyê li gel Artêşa Azad bike

Yûksekdag: Bi armanca hilweşandina rêjîma Şamê, Tirkiye bizav kiriye ku PYD û Arteşa Azad a Sûryê bike yek. Bi riya HDPê pêşinyar li Salih Mislim û PYDê kiriye ku bi Arteşa Azad a Sûryê re hevkariyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Fîgen Yûksekdag eşkere kir, ku Hikûmeta Tikriyê bi riya HDPê, li PYDê pêşinyar kiriye, ku li gel Arteşa Azad a Sûryê hevkariyê bike.

Fîgen Yûkesekdag, ku ev bû nêzîkê 2 salan girtî ye, li Dadgeha Diyarbekirê hat dadgehkirin û di parêznameya xwe de agahiyên giring eşkere kir.

Yûkeskdag di wê parêznameya xwe de got: Hikûmeta Tirkyê bi armanca hilweşandina rêjîma Şamê, bizav kiriye ku PYD û Arteşa Azad a Sûryê bike yek. Bi riya HDPê pêşinyar li Salih Mislim û PYDê kiriye ku bi Arteşa Azad a Sûryê re hevkariyê bikin.

Navhatî diyar kir, ku bûyerên Kobanê di 6 û 8ê Çiriya Pêşîn a sala 2014an de, hiştin ku pêvajoya aştiyê bidawî bê.

N.O