PDK û YNK aktîvkirina parlementoyê guftûgo dikin

PDK û YNK dawî dema aktîvkirina parlemento û birêvebirina serxwebûna Kurdistanê guftûgo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere dike, îro PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dawî dema aktîvkirina parlemento û birêvebirina serxwebûna Kurdistanê guftûgo dikin.

Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsî, îro PDK û YNKê civîneke girîng ji bo proseya serxistina referandûmê lidar dixin.

Hewramî nivîsiye jî, PDK û YNKê bi her awayekî hewl didin, berî 15ê vê mehê parlemento bê aktîvkirin û bê derengxistina zêdetir.

Ev civîn di demekê de ye, YNKê proje û bîrokeya her yek ji Tevgera Goranê û Komela Îslamî wergirtiye û îro wan bîrokeyan ligel PDKê guftûgo dike.