Penabereke Rojavayê Kurdistanê li hêviya soza Angelina Jolie ye

Angelina Jolie serdana Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê kir, zarokeke nexweş dibîne û sozê dide bavê wê, ku alîkariya wan bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku ektera navdar ya Amerîkî û balyoza niyetpakiyê ya Netewên Yekgirtî Angelina Jolie serdana Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê kir, zarokeke nexweş dibîne û sozê dide bavê wê, ku alîkariya wan bike.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Idrîs Kemal, yê ku nexweşiya Feleca Sewdan bi keça wî re heye, di dema serdana Angelina Jolie de, ji bo Kampa Domîz, keça xwe pêş wê dike û ew jî sozê dide, ku alîkariya wan bike û niha malbata wê keçê li bendî soza Jolie ye.

Idrîs Kemal ji Kurdistan24ê re got: "Ez bêtirî demjimêrekê li bendî Angelina Jolie mame, daku rewşa keça min bibîne, wê jî pişkinînên keça min dît û got: Emê alîkariya we bikin. Niha jî em li bendî soza wê ne".

Angelina Jolie duh serdana Kampa Domîz kir û di kongirekî rojnamevanî de, pesnê Herêmî Kurdistanê da, ji ber ku deriyê xwe li pêşya hejmareke mezin ji penaber û meşextan vekiriye.

N.O