Rojnameya The Daily Telegraph paşkoyeke taybet bi serxwebûna Kurdistanê belav kir

Di wê paşkoyê de hejmarek kesatî û ekademisyenên Birîtanî gotar nivîsîne û piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê didin xuyakirin û bandora serxwebûna Kurdistan li ser nexşeya siyasî ya navçekeyê zelal kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya navdar ya Birîtanî The Daily Telegraph paşkoyeke taybet bi serxwebûna Kurdistanê belav kir. Di wê paşkoyê de hejmarek kesatî û ekademisyenên Birîtanî gotar nivîsîne û piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê didin xuyakirin û bandora serxwebûna Kurdistan li ser nexşeya siyasî ya navçekeyê zelal kirin.

Rojnameya navhatî wek ji pirrfiroştirîn rojnameyên Birîtanî û cîhanî tê naskirin.

Îro kopiya online ya paşkoyê belav dibe û biryar e roja Yekşemê çapa wê têkeve bazaran de, ku nêzîkî nîv melyon kopî ji wê rojnemayê tê çapkirin.

Herweha di wê paşkoyê de, çendîn perlemanterên Birîtanî wek Robert Halfon, Nadhim Zahawi û Jack loptirêstî ji partî Parêzgaran û Çoysî Biravîd perlemanter ji partiya Karkiran, Çarlis Tenok endamê Perlemana Ewropa, Garî kênt berpirsê grûpa perlemanterên dostên Kurdan di Perlemana Birîtanya, Karwan Cemal Tahir nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistan li Birîtanya, Nivîskar û lêkolînerê Kurd Renc Elaedîn û rêvebirê giştî yê dezgeha Kurdistan24 ji bo lêkolîn û ragihandinê Nûredîn Weysî û çendîn nivîskar û kesatiyên din yên Kurd û Birîtanî beşdarî kirine.

Kurdistan24 di roja 11ê Êlûnê de panêlek li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê di Perlemanî Birîtanya de, bi beşdariya çendîn perlemanterên Birîtanî, kesatiyên siyasî, ekademisyen kesên rewşenbîr lidar xist.

Berî niha jî di Tîrmeha derbasbûyî de, Kurdistan 24ê pirojeyeke hevbeş, bi heman şêwazî li gel rojnameya The Washington Times ya Amerîkî encam da û paşkoyeke taybet bi pirsa serxwebûna Kurdistanê belav kirin, hevdem panêlek li hola Kongirêsê Amerîkî bi beşdariya hejmarek mezin ji kongirêsman û kesatiyên siyasî, ekademisyen û rewşenbîran li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê hat lidarxistin.