Gundî yên sinûrê Sergerran li dijî bi erebkirina devera wan xwenîşandan kirin

Hevwelatî yên sinûrê Sergerran dijî bi erebkirina dever ên wan û zeftkirin zevî yên wan, xwe nîşandan kirin.

K24- Hewlêr

Hevwelatî yên sinûrê Sergerran dijî bi erebkirina dever ên wan û zeftkirin zevî yên wan, xwe nîşandan kirin.

Evan gundîyan daxwaz ji hikumet a Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê kirin ku bi awayek aştîyane arîşe yên wan çareser bikin û tekez jî kirin ew xwedîyên zevî yên wê deverê ne neku Ereb.

Herweha cotkar ên Kurd tekezê dikin ku piştî 16yê Oktoberê li sinûrê Kerkûkê bi erebkirinek a din destpêkirîye û ew jî  destberdarê maf ên xwe nabin û daxwaz dikin zevî yên wan bihên vegerandin.

Pişkek ji hevwelatîyan dibêjin: Piştî bûyer ên 16yê Octoberê li sinûr ê Kerkûkê eqlîyetek şofînîzmî hukm dike û divêt zevî yên cotkar ên Kurd dagîr bikin.