2emîn Mehrîcana “Em ji Qamişlo hez dikin” hat lidarxistin

Di Roja Aştiya Cîhanê de mihrîcana duyemîn ku bi navê “Em ji Qamişlo hez dikin” li bajarê Qamişlo hate li darxistin. Mihrîcan ji aliyê hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl ên li herêmê bi rêve çû û wekî komîta amadekar dibêje, armanca wan ew e ku çanda hezkirin û aştiyê di nava pêkhatên herêmê de belav bikin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

“Em ji Qamişlo hez dikin” di bin vê diruşmeyê de mihrîcana duyemîn ya Roja Aştiya Cîhanê li bajarê Qamişlo despê kir. Mihrîcan bi beşdariya hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl û hin kesayetên serbixwe tê li darxistin. Li gorî Komîta Amadekar armanca vê çalakiyê ew e ku çanda hezkirin û aştiyê di nava pêkhatên herêmê de belav bibe.

Rêvebirê Cîbicîkar yê rêxistina Doz Ebdulrehman Remedan li ser vê mehrîcanê got: “Li Qamişlo Kurd, Siryan, Misliman û hemû pêkhate bi hev re dijîn. Ev Çalakî jî li ser kultur, ciwan û jinê bû. Qamişlo bajarê evîn û aştiyê ye. Me ev mehrîcan kir vê rojê, ji ber ku di sala 2103an ve ev roj wek Roja Aştiya Cîhanê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hat diyarkirin.”

Programê mihrîcanê li ser danê sibeh û êvarê hatiye dabeşkirin û di heyama rojekê de bi dawî dibe. Gelek tiştên balkêş mîna alavên kevnar yên girêdayî pêkhatên deverê herweha hin cûreyên xwarinan û şêweyên çêkirina hin xwarinên navdar têne nemayişkirin.

Ev sala duyemîn e ku ev mihrîcan li bajarê Qamişlo tê lidarxistin û li gorî komîta amadekar armanca wan ew e ku ev mihrîcan bibe çalakiyek li ser asta tevaya Sûriyê û hêviya wan jî heye ku komeleya giştî ya netewên yekgirtî di paşerojê de serpereştiya mihrîcanê bike.