Cenev: Îran, Tirkiye û Rûsya rêkeftin

Wezîrên derve yên welatên Komara Islamî ya Îranê, Federasyona Rûsya û Komara Tirkiye ragihandin ku, liser pêkanîna Komisyona Destûrê ya Sûriye li hevûdu kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên derve yên welatên Komara Islamî ya Îranê, Federasyona Rûsya û Komara Tirkiye ragihandin ku, liser pêkanîna Komisyona Destûrê ya Sûriye li hevûdu kirin e.

Rêkeftina Rûsya, Îran û Tirkiye ji alî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hate xwendin.

Di axaftina xwe de Lavrov ragihand ku, Wezîrên derve yên her sê welatan, liser pêkanîna Komisyona Destûrê ya Sûriye rêkeftin e û Komisyon dê di destpêka sala 2019an de bicive.

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Komara Islamî Cewad Zarîf û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro li Ofîsa Neteweyên Yekgirtî li Cenevê civiyabûn.

 

 

C.B