Hêzên Navxweyî li Bakurê Sûriyê rênimayên cejnê belav kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya hatina Cejna Qurbanê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Bakurê Sûriyê (Asayişa Rojava ya berê) hin rênima belav kir û daxwaza pabendbûnê ji welatiyan kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Bakurê Sûriyê di daxiyaniyekê de ragihand, tevgera barhilgir û tankeran (mezin û biçûk) ji roja 19ê Tebaxê demjimêr 13:00 û ta 22 vê mehê demjimêr 15:00 qedexe ye.
Da zanîn jî, Tevgera motorsêklan bi hemû cureyên wê (sivîl û leşkerî) ji roja 20ê Tebaxê demjimêr 8:00 û ta 22 vê mehê demjimêr 15:00 qedexe ye.
Derbarê deriyên taybet bi derbasbûna otombîlên kelûpelan bo bakurê Sûriyê de, Hêzên Navxweyî li Bakurê Sûriyê ragihand, proseya derbaskirina kelûpelan ji roja 20ê Tebaxê demjimêr 8:00 û ta 22 vê mehê demjimêr 15:00 qedexe ye.
Herwiha tekez kir jî, teqekirin ji aliyê hemû hêzên leşkerî û ewlehiyê û welatiyan qedexe ye, kî pabend nebe, dikeve bin berpirsatiyê û standina çek.
S. B