AKP û MHP û CHP bi daxuyaniyeke hevpar Îsraîl şermezar kirin

Daxuyaniya Hevpar: Îsraîl biryarên Netewên Yekgirtî binpê dike û li dijî vêna civaka navnetewî û nirxên mirovî der dikeve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di Perlemana Tirkiyê de, li ser bûyerên Xezayê rûniştineke taybet hat lidarxistin û perlemanterên AKPê, MHP û CHPê hemberî Îsraîlê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê cîgirên serokên firakisyonên hersê partiyan ve hat xwendin û hat diyarkirin, ku Îsraîl biryarên Netewên Yekgirtî binpê dike û li dijî vêna civaka navnetewî û nirxên mirovî der dikeve.

Berî niha jî serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku ew bi tundî û bi nifirîn Israîl şermezar dikin, ji ber ku xelkên setemlêkirî û bêtawan gulebaran dike, di demekê de ku ew xelkana xwepêşandanên aştiyane encam didin.

Serokwezîrê Tirkiyê, di civîneke firakisyona partiya xwe de li nav Perlemana Tirkiyê, gotarek pêşkêş kir û got: "Em biheman awayî Hikûmeta Amerîka şermezar dikin ku Benzînê li agirê aştiya navçeyê dike".

Herwiha got: "Bi tekezî divê welatên Islamî pêdeçûnê ji pêwendiyên xwe yên li gel Israîlê re bikin. Cîhana Islamî neçar e li dijî wê setemkariyê hev bigire û nabe beramberî wê setemkariyê bêdeng bimîne. Tirkiye bêdeng nebûye û bêdeng namîne".

Hevdem li gel van pêşveçûnan, wezareta derve ya Tirkiyê ragihand, ku wan Balyozê Israîlî li welatê xwe haydar kiriye, ku ji nav axa Tirkiyê derkeve.

Zelal jî kir, ku îro wan bangî Balyozê Israîlê kir û bi fermî nameya nerazîbûnê dane wî, bi sedema kuştina bêtirî pêncî welatiyên Filestînî, di encama teqekirina serbazên Israîlî de li ser xwepêşanderan ku li dijî Israîlê derketibûn.

Duh bi dehan welatiyên Filestînî di xwepêşandanan de li navçeyên sînorî di navbera Kerta Xezze û Israîl de, bi guleyên serbazên Israîlî canê xwe jidest dan û bêtirî du hezar welatiyên din birîndar bûn.

Xwepêşandan û mangirtina giştî ya li Kerta Xezze, hevdem li gel birêveçûna merasîma veguhestina balyozxana Amrîkî ji bo Orşelîmê bûn.

N.O