HSDê 2 gund li başûrê Reqayê kontrol kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzeke taybet a Amerîkî du gund li başûrê Reqayê kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzeke taybet a Amerîkî du gund li başûrê Reqayê kontrol kirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniyekê de belav kir, wek yekem êrîş di mihwerê başûrê Reqayê de, bi piştevaniya hêzeke taybet a Amerîkî, şervanên HSDê herdu gundên Xote û Kesre Efniyan li başûrê Reqayê kontrol kirin.

Ev pêşketin di demekê de ye, HSDê ji aliyê rojava û rojhilatê Reqayê pêşketinên berçav tomar kirine, di dawî pêşhat de jî, HSDê taxa Qadisiye kontrol kiribû.

Roja 6 Hezîranê, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kir û heta niha çend tax û navçe ji destê DAIŞê rizgar kiriye.

Operasyona “Hêrsa Ferêt” bo kontrolkirina derdora Reqayê roja 5 Mijdara 2016an dest pê kir û HSDê di 3 qonaxên destpêkê de herêmeke berfereh ji destê DAIŞê kontrol kir û bo yekem car jî derbasî nava sînorê parêzgeha Dêrezorê bûn.

Piştre jî HSDê di roja 11 Gulana borî de bajarê Tebqayê û bendava Ferêt kontrol kir.