Encûmena Parêzgeha Nînewa daxwaza vegera Şingaliyan dike

Serokê Encûmena Parêzgay Nînewa: Şingal a Şingaliyan e û ew bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe didin. Em helwesta hemû welatiyên Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê jibîr nakin ku di rojên giran û dijwar de, destê alîkariyê ji Şingaliyan re dirêj kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Encûmena Parêzgay Nînewa Seydo Çeto daxwaz ji welatiyên Şingalê kir, ku li mal û milkên vegerin û dest bi avakirina navçeyên xwe bikin.

Seydo Çeto taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Şingal a Şingaliyan e û ew bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe didin û got: Em helwesta hemû welatiyên Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê jibîr nakin ku di rojên giran û dijwar de, destê alîkariyê ji Şingaliyan re dirêj kirin.

N.O