Kurdistan Wezareta Pêşmerge: Amerîka Pêşmerge pirçek dike

Wezareta Pêşmerge: Amerîka Pêşmerge pirçek dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî di Wezareta Pêşmerge de Helgurd Hikmet ragihand, rêkeftina serbazî di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de heye û li gor wê rêkeftinê bi agahdariya hikûmeta Iraqê, Amerîka hêza Pêşmerge pirçek dike.

Ev daxuyaniya Helgurd Hikmet piştî wê yekê tê, Wezareta Derve ya Amerîka duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, Amerîka dawaza Pentegonê bo pirçekirina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê pesend kiribû û biryar da ku bi buhaya nêzîkî 300 milyon dolar çek bide Pêşmerge.

Li gor ragihandina ajanasa Hevahengiya Bergîrî û Asayişa Amerîka tê çaverêkirin bi 295.6 milyon dolar çek û pêwîstiyên leşkerî ji Pêşmerge tê dabînkirin.