Demîrtaş: Hikûmeta Tirkiyê bi Ocalan zextê li min dikin

Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş dibêje: Hikûmeta Tirkiyê bi destnivîseke Serokê PKKê Abdullah Ocalan zextê li wî dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş dibêje: Hikûmeta Tirkiyê bi destnivîseke Serokê PKKê Abdullah Ocalan zextê li wî dikin.

Selahatîn Demîrtaş li paytexta Tirkiyê Enqeyê bi tohmeta rêvebertiya PKKê tê dadgehkirin û parêznameya Demîrtaş ji ber ku dirêj bû dadgehkirina wî îro jî berdewam dike.

Demîrtaş di parêznameya xwe de agahiyên girîng dan û got, wan di sala 2010an referandûma guhertina yasaya bingehîn baykot dikir. Lê wezîrekî hikûmeta AK-Partiyê destnivîseke Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî ji wan re aniye û bi destnivîsa Ocalanî hikûmeta AK-Partiyê zext li wan kiriye û xwastiye ku di referandûmê de dengê erê bikar bînin.

Demîrtaş got, di sala 2014an de jî dema ew namzetê hilbjartina Serokomartiya Tirkiyê bû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dîsa bi riya Serokê PKKê Abdullah Ocalan zext li wî kiriye ku ji namzetbûnê vekişe. Li gor Erdogan rast nîn e ji aliyekî ve pêvajoya aşitiyê hebe û ji aliyekî din ve jî Demîrtaş beramberî wî bibe namzet.

Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve zindankirî ye. Dozger dixwazin ew bi  482 salan were cezakirin.