Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson îro tê dadgehkirin

Ji bo wî heta 35 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin. Berî dadgehkirina wî Amerîka careke din banga azadiya welatiyê xwe dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgehkirina Andrew Brunson li bajarê Îzmîrê birêve diçe û bi hevkariya Tevgera Gulen û PKKê û sîxoriyê tê tohmetbarkirin. Berî dadgehkirina wî Amerîka careke din banga azadiya welatiyê xwe dike. Lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, azadiya Andrew Brunson ne di destê wî de ye, di destê dadgehên de ye.

Îro guh û çavê gelek kesan li Îzmîrê ser dadgehkirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson e. Brunson ku nêzikê 2 sal in girtî ye, îro careke din tê dadgehkirin û ji bo wî heta 35 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin. Di vê çarçoveyê de polîsên Tirkiyeyê di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de ew birin dadgeha Îzmîrê.

Berî dadgehkirina Brunsonî, Parêzerê wî Îsmaîl Cem Halavurt ragihand, ew çaverê dikin, cezaya zindanîkirina malê û qedexeya derketina dervayî sînorên Tirkiyê ya li ser Andrew Brunson bê rakirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî banga azadkirina welatiyê xwe dike. Pompeo dibêje, ew ji azadiya Brunson gelek hêvîdar e. Ji bo Tirkiyeyê riya herî rast azadkirina welatiyê wan e.

Lê hikûmeta Tirkiyeyê amajeya serbixwebûna dadgehên xwe dike. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî dema ji serdana xwe ya Macarîstanê vedigeriya di vê derbarê de axivî û got, Tirkiye dewletek hikûqê ye û ew nikare ferman bide dadgehan. Biryara azadkirina Andrew Beunson di destê dadgehan de ye.

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson 2 sal berê hatibû girtin û tê tohmetbarkirin ku ser navê Tevgera Fetulah Gulen û PKKê tawan kiriye. Zindanîbûna wî pêwedniyên Tirkiye û Amerîkayê ji nişka ve aloz kiribû. Ev alozî heta niha jî çareser nebûye û Amerîka hêviya azadiya welatiyê xwe ye.

 

S. B