Demîrtaş: Li dijî faşîzmê berxwedana xwe berdewam dikin

Dadgeha Pêdaçûnê ya Stenbolê, sizaya 4 sal û 8 meh ya zîndaniya Selahedîn Demîrtaş pejirand.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Pêdaçûnê ya Stenbolê, sizaya 4 sal û 8 meh ya zîndaniya Selahedîn Demîrtaş pejirand.

Bi vê biryarê, di çarçoveya Biryara Dadgeha Mafên Mirovan de biryara azadkirina Demîrtaş were dayîn jî, jiber sizayê Demîrtaş nikare ji zîndanê derkeve. Her weha bi vê biryarê egera qedexekirina siyasetê jî bo Demîrtaş heye ku heta demekê nikare bibe namzetê parlamenteriyê jî.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, bi rêya parêzerên xwe li ser twîtterê da xuyakirin, “Nabêjim fermanên desthilatê bicîh neyînin, lê ewqas aşkera, nezanî û rezîlî nekin. Sizayê jî, gef û biryarên dadgehê jî nas nakim” û got: “Li dijî faşîzmê berxwedana xwe berdewam dikin û dadwerên tawanbar dê rojek hesabê bidin."

Rêvberiya HDPê jî biryarê tund rexne dike. Hevserokê HDP Sezaî Temelî got: "Dadgeha Mafên Mirovan ji bo azadkirina Selahedin Demîrtaş biryareke pir zelal dabû. Heman rojê Serokomarê vî welatî got biryarê nasnakin û çi pêwîst be ewê bikin. Tiştê pêwîst niha derket ku biryara dadgehê ye. êdî dadgeh ne ku tenê bêalîtiya xwe jidest dane, fermanên desthilatê jî bicîh tînin. Bûne parçeyeke vê şermezariyê û hevparên tawanên AKPê ne."

Parêzerên Selahedîn Demîrtaşî dibêjin, eger siza 5 sal biya, dê biryar çûba Dadgeha Bilind, ne ku dadgeha herêmî. jiber vê Dadgeha Sizaya Giran bi zanebûn 4 meh kêm siza daye ku, dadgeha herêmî gavek zûtir biryarê bipejirîne.

Parlamenterên HDPê jî dabûn xuyakirin, di dema biryara Dadgeha Ewropayê de, serdozgerê giştî li ba Serokomar Erdogan bû ku Erdogan piştî vê civînê gotibû biryara Dadgeha Ewropa wan girê nade û çi pêwîst be ewê bikin.