Netenyahû giliyên xwe liser Îranê, bi Putin re gotûbêj dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netenyahû ragihand, piştî rêkeftinên atomî, Îranê dest ji bernameya xwe ya atomî berneda. Bi ser de çendîn bîngehên serbazî li Suriyê ava kirin.

Netenyahû diyarkir, ku ew bingehên serbazî yên Îranê li Sûriyê ava kirîn e, gef in ser ewleyiya Israîl û herweha welatên Rojhilata Navîn. Ji bo vê mebestê jî sibe Netenyahû serdana Rûsyayê dike û digel Serokê Rusyayê Vladîmir Putin dicive.