Li Kerkûkê DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kir

Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser Polîsa Federalî kir û piştî şer û pevçûnên giran, Polîsa Federalî daxwaza alîkariyê ji hêzên Iraqê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser Polîsa Federalî kir û piştî şer û pevçûnên giran, Polîsa Federalî daxwaza alîkariyê ji hêzên Iraqê kir.

Jêderekî ewlekariyê ji medyayên Iraqê re ragihand, îro ber destê sibê çekdarên DAIŞê li taxa Pîşesazî ya Kerkûkê êrîşî ser hêzên Polîs Federalî kir û şer û pevçûnên giran rû dan.

Wî jêderî da diyar kir, ji ber giraniya şer, hêzên Polîsa Federalî daxwaz ji hêzên Iraqî kir ku bi alîkariya wan ve bên. Bêyî ku ew jêder zanyariyan li ser ziyanên her du aliyan bide.

Ev di demekê de ye, berî du rojan çekdarên DAIŞê li rojavayê bajarokê Keramê ya parêzgeha Enbarê êrîşî ser mala efserekî Heşda Eşîran kir û efser û 8 çekdaran hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û radestkirina Kerkûkê bo hêzên Iraqî û Heşda Şeibî, rewşa Kerkûkê têk çûye û ev çendîn car in çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî dike.

 

S. B