Human Rights Watch: Grûpên çekdar zorê li Kurdên Efrînê dikin

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) li ser rewşa herêma Efrînê raportek belav kir û ragihand, çekdarên opozîsyona Sûriyê li Efrînê binpêkirinan dermafê Kurdan de dikin û mal û samanên xelkê talan û wêran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) li ser rewşa herêma Efrînê raportek belav kir û ragihand, çekdarên opozîsyona Sûriyê li Efrînê binpêkirinan dermafê Kurdan de dikin û mal û samanên xelkê talan û wêran dikin.

Rêvebira Demkî ya Beşê Hawarçûnê ya HRW Prianka Motaparthy di raportekê de nivîsî, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve destên xwe datînin ser mal û samanên taybet ên xelkê Efrînê û wan didizin û wêran dikin.

Prianka Motaparthy dibêje jî, divê çekdarên opozîsyonê mal û samanên welatiyan ên taybet talan û wêran nekin, bi taybet jî ew welatiyên Efrînê yên ji ber rewşa şer derbider bûne.

Herwiha Motaparthy di raporta xwe de dibêje, Divê çekdarên opozîsyonê wan mal û samanan biparêzin û wêranî û talanê nekin û Tirkiye jî ji ber van kiryaran de berpirsyar e.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve jî dest bi dizî, talan û wêrankirina mal û samanên xelkê Efrînê kirine.

Ew grûpên çekdar û bi bihane û sedemên cuda bi sedan kes revandine û li hember berdana wan daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin. Herwiha destê xwe jî datînin ser zevî û berhemên çandiyê yên welatiyên Efrînê.

Berî çend rojan jî, grûpa bi navê Emşat Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a Navçeya Şiyê Ehmed Mihemed Şêxo ligel hejmarek welatiyên wê navçeyê revandin û piştî 5 rojan ji eşkenceyê Ehmed Mihemed Şêxo canê xwe jidest da, vê yekê karvedaneke mezin li dû xwe anî.

  

S. B