Firokeyên Tirkiyê 3 welatiyên devera Berwerî kirin qurbanî

Li gundê Gîrka yê devera Berwarî Bala ji encama bombebarana firokeyên Tirkiyê 3 welatiyan canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundê Gîrka yê devera Berwarî Bala ji encama bombebarana firokeyên Tirkiyê 3 welatiyan canê xwe jidest dan.

Rêvebirê Navçeya Sersingê Neşwan Husên ji K24ê re ragihand, sê welatiyên gundê Eredna yê navçeya Sersingê Remezan Mihemed Rehîm, Îsmaîl Hesen Qeplan û Dilovan Salih Husên li gundê Gîrka yê ser bi navçeya Kanî Masî ya devera Berwerî Bala bûn, di encama bombebaran firokeyên Tirkiyê de canê xwe jidest dan.

Gundê Gîrka dikeve pişt çiyayê Metîn û navçeyeke çiyayî ye, gundê wê deverê bi sedema bombebarana berdewam a firokeyên Tirkiyê ji çend salan ve hatine valakirin.

Welatî jî cara caran ji bo anîna berhemên sirûştî diçine wan gundan û firokeyên Tirkiyê bi bihaneya hebûna baregehên PKKê wê deverê bi berdewam bombebaran dikin.

 

S. B