Bulden: Em biser kevin, Emê dawiya xwîn û şer bînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka HDPê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de di kanala fermî ya Tirkiyê de axivî û ragihand, di roja yekem ya desthilatiya wan de ewê rewşa awarte rakin, bi destûreke sivîl bingeha aştî û azadî û pêkvejiyanê dirust bikin.
Hevseroka HDPê Perwîn Bulden got: "Di roja yekemîn de, emê rewşa awarte rakin, ne dewleta polîsan, dewleta mafnasiyê ava bikin. Emê dadgehê bikin serbixwe û hemû astengiyên pêş dadgeh û dadweriyê rakin. Em dizanin, baştirîn dermanê birînên civakî dadwerî ye.
Bulden ragihand jî: “Emê pirsa demokrasî bi awayek bingehîn hildin dest û bi destûreke sivîl jiyana demokratîk saz bikin.”
Got jî: “Bi salan e gelê me bi cudahîxwazî tê tometbarkirin. Em dizanin di bingeha vê kêşeyê de, nebûna demokrasî û ne wekhevî hene. Sîstemeke demokratîk û mafperwerî dê wan kêşeyan bidawî bike.”
Hevserok HDPê tekezî li ser bidawîhatina şer kir û got: “Emê dawiyê bi xwîn û şer û aloziyan bînin, jiyaneke wekhev û aştiyane dirust bikin.”
S. B