Kurdistan Serokê Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê hate binçavkirin

Serokê Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê hate binçavkirin
Serokê Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê Omer Îsmaîl

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Xwecihiya Dêrikê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Omer Îsmaîl ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hate binçavkirin.

Asayişa Rojava berî bîstekê bi ser mala Serokê Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê Omer Îsmaîl de girt û ew binçav kirin.

Tê zanîn şeva borî hêzên ser bi Rêveberiya Xweser baregeha Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê daxistin, bi hinceta wenegirtina muhletê ji Desteya Navxwe.

Herwiha Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser 15 nivîsgeh û baregehên ENKS û PDK-S û PYKS û hin saziyên civaka sivîl li bajarên Rojavayê Kurdistanê daxistin.