Pompeo: Hin welatên Ewropa rêjîma Îranê bihêz dikin

Pompeo: Pêkanîna sîstemeke nû ji bo kêmkirina bandora sizayên Amêrîkî li ser Îranê ji aliyê Rûsya, Çîn û hin welatên Ewropî ve, dihêle ku Îran weke yekemîn welatê piştevan ji terorê re, bihêz bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Piştî gotara serokê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê, di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de, ku têde êrîşî Îranê kir, her yek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî John Bolton, gefên tund li Îranê kirin û soz dan ku Amerîka ew sizayên nû û tundtir li ser wî welatî bisepîne.

Derbarê pêkanîna giûpeke pêwendiya bazirganî li gel Îranê, ji aliyê her yek ji Rûsya, Çîn, Almanya, Firensa û Birîtanya. Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dilgiraniya da xuyakirin û got: Pêwîst e em fişarê li rêjîma Îranê bikin û ji wê bixwazin ku weke welatekî asayî reftarê bike, lê piştî ku Rûsya û Çîn û hersê welatên mezin ên Yekîtiya Ewropa, sîstemeke nû ji bo kêmkirina bandora sizayên Amêrîkî li ser Îranê pêk anîn, ez gellekî dilgiran bûm. Ew welatana bi vê gava xwe, dihêlin ku Îran weke yekemîn welatê piştevan ji terorê re, bihêz bibe.

N.O