Li Silêmanî û Hewlêrê erdhejê rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro demjimêr 17:10 welatiyên parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê hest bi erdhejekê kirin.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, erdhejekê rû da û welatiyan bi zelal hest pê kir.
Li gor zanyriyan, tundiya wê erdhejê 5.3 pile Rîxterê bûye û navenda erdhejê li parêzgeha Helebceyê bûye.
Ev erdhej piştî wê tê, ku di roja 12 Mijdara bûrî de erdhejeke tund bi pileya 7.3 a Rîxterê li navçeyên Kirmanşan û Serpêla Zehaw yên Rojhilatê Kurdistanê û Derbendîxan, Helebce û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdisanê rû dabû û ziyaneke mezin gihandibû welatiyên wan navçeyan.