Salvegera êrîşê.. Nasnameya Kurdî ya Efrînê di metirsiyê de ye

Berî salekê û di rojeke wek îro artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike di çarçova operasyoneke leşkerî ku nav lê kirin “Şaxa Zeytûnê” dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin, di encamê de jî nêzîkî hezar kesî hatin kuştin û birîndarkirin, bi sedan mal û avahiyên Efrînê hatin wêrankirin û zêdetir ji 250 hezar welatiyên Kurd ên Efrînê bi neçarî koçber û derbider û koçber bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî salekê û di rojeke wek îro artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike di çarçova operasyoneke leşkerî ku nav lê kirin “Şaxa Zeytûnê” dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin, di encamê de jî nêzîkî hezar kesî hatin kuştin û birîndarkirin, bi sedan mal û avahiyên Efrînê hatin wêrankirin û zêdetir ji 250 hezar welatiyên Kurd ên Efrînê bi neçarî koçber û derbider û koçber bûn.

Berî ragihandina êrîşa li ser Efrînê bi çend rojan artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê bi Efrînê re kom dikir û herwiha 25 hezar çekdar ji grûpên cuda ên opozîsyona Sûriyê jî jibo êrîşkirina li ser Efrînê amade kir û tevlî wê operasyonê kir.

Berî ragihandina destpêkirina êrîşê Tirkiyê navçeyên Efrînê topbaran dikir.

Berî ragihandina êrîşê bi çend rojan hin navçeyên Efrînê hatin topbaran kir. Roja 13ê Çileya 2018an di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gundên li ser çiyayê Lêlûnê yê Efrînê de, topek li keleha Teqilkê ya di navbera gundên Şadêr û Îska de ket û beşek ji wê kelehê rûxiya. Şev 15ê Çile jî sê topên Hawinê li başûrê bajarê Efrînê û gundê Turindê ketin, ku avahiyên bajarê Efrînê hejandin.

Roja 18ê Çileya 2018an topxaneya Tirkiyê ji bingeha serbazî ya Sîcê ya li ser sînorên Efrînê û Bakurê Kurdistanê, gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê ya ser bi Cindirêsê ve topbaran kir. Herwiha du rokêtên katyoşa jî li malên sivîlan li gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ketin.

Roja 19 Artêşa Tirkiya ji herêma Ezazê gundên girêdayî navçeya Şera topbaran kir. Gelek top li gundên Dîkmadaş, girê Qestel Cindo û gundê Eyn Deqna ketin. Di encama topbaranê de li navçeya Şera de zarokê 6 salî yê bi navê Mistefa Sîdo birîndar bû.

Vekişandina hêzên Rûsî ji Efrînê

Roja 19 Çile Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, hêzên wan ji Efrînê venekşiyane. Roja piştre jî 20ê mehê Rûsya rê da firokeyên Tirkiyê li esmana Efrînê bifirin.

Li gor rêkeftinekê di navbera YPG û Rûsyayê de, hêzeke Rûsî ji meha Adara 2017an de li gundên Kefir Cenê ya Efrînê bicih bûbûn. Peyvdarê YPGê yê wê demê Rêdûr Xelîl gotibû, di çarçova jinavbirina terorê de, hêzên Rûsyayê dê rahênanê bi şervanên YPGê bike.

Helwestên navdewletî  

Roja 19 Peyvdarê bi navê Sekretêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric got: "Netewên Yekgirtî çavdêriya pêşhatên rewşa Efrînê dike, em ji hemû aliyan dixwazin parastina xelkên sivîl yên navçeyê bikin û xwe wan karan dûr bikin, ku dibin sedema têkçûna rewşa navçeyê".

Roja 19 Berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, ku welatê wî di wê baweriyê de ye, ku encamdana operasyona serbazî li Efrînê, xizmeta navçeyê nake. Wî berpirsî got jî: "Amerîka piştevaniya Tirkiyê dike di rûbrûbûna  rêxistinên terorî de, ji wan jî PKKê, lê êrîşkirina ser Efrînê pirsgirêkan çare nake".

Ragihandina operasyona leşkerî “Şaxa Zeytûnê”

Roja 20 Çile Serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan di gotarekê de li pêşya serkirdeyên AKPê li parêzgeha "Kutahya" ya Tirkiyê ragihand, operasyona meydanî li Efrînê destpê kir û tiştê pêwîst be ji bo nehiştina "terorîstan" ewê bikin.

Roja 20 Çile artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û deverên Şehba topbaran kirin. Li gor artêşa Tirkiyê ku di wê rojê de 108 xalê li Efrînê û Şehbayê bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê bi top û mûşekan gundê Îqîbe li devera Şêrawa û gundên Bilêlka, Qerebaba û Surka yên ser bi Raco ve topbaran dike û li deverên Şehba jî artêşa Tirkiyê ji bajarê Mar'i ve, herdu gundên Hisacik û Simoqe topbaran dike.

Roja 20 Çile Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli bi egera “destpêkirina Operasyona Efrînê” pîrozbahî li Serokomar Erdogan kir. Bahçeli got: “Ji welat û millet me re liser xêrê be. Xweda artêşa me biser bixe”.

Roja 20ê Çile di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundên navçeyên Şêrewa, Cindirêsê, Şera û Reco, 10 kesên sivîl birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên bajarê Efrînê hatin veguhastin.

TEV-DEMê seferberiya giştî ragihand

Roja 20ê Çile Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo rûbirûbûna êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, serfereberiya giştî li Efrînê ragihand.

Roja 20ê Çile Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe rabin ji bo rawestandina operasyona Tirkiyê û parastina welatiyan.

Herwiha ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî bi taybet Amerîka û Rûsyayê kir, bi erkên xwe rabin û deverên Kurdî û welatiyan ji vê êrîşê biparêzin.

Roja 20ê Çile grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona bejahî ya Efrînê kirin, berî wê yekê jî artêşa Tirkiyê, navçeyên derdora Efrînê topbaran kir û îro hat ragihandin ku operasyona bejahî destpê kiriye.

Roja 21 Çile artêşa Tirk da xuyakirin, 32 firokeyan li Efrînê 45 dever kirine armanc. YPG jî da xuyakirin, li sînorê Efrînê 3 tankên Artêşa Tirk hatin têkşikandin.

Helwestê Kurdistanî û navdewletî

Roja 21ê Çile Hevserokatiya komîteya rêvebir ya KCK ragihand, ku Efrîn li Sûryê modêleke demokratiya Herêmê ye û Rûsya û Ewropa yên destûra êrîşê dane Tirkyê, bûne hevparê dijminatiya li dijî Kurdan.

Roja 22ê Çile Serok Barzanî derbarê êrîş û bordûmana Tirkiyê û çend aliyên din li ser bajarê Efrînê û canjidestdana xelkên sivîl li wî bajarî dilgiran e û li ser wê yekê peyamek belav kir û dilgiraniya xwe ji wê êrîşa li ser Efrînê derbirî.

Roja 22ê Çile Wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel ragihand, ku welatê wî ji nêzîk ve pêşveçûnên li bakurê Sûriyê dişopîne û got: "Dibe ku rûbrûbûna serbazî di nav Tirkiyê û Kurdan de, metirsiyên mezin li pey xwe bîne, ku kes nikaribe encamên wan metirsiyan nas bike".

Roja 23 Hareketa Azadî, PAK, PDK- Bakur û PSK bi daxuyaniyek hevpar êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û got, bi tu awayî xizmeta aştî û aramiyê nake û dê neke. Berevajî ev êrîş dê dijminahiya navbera gelê Kurd û Tirk de kûrtir bike.

Roja 31 Çile Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrîn divê tenê ji bo rûbirûbûna terorê be, ne ku dagîrkirin be.

Dagîrkirina Efrînê

Piştî şerê 58 rojan artêşa Tirkiyê û grûpên çejdar ên ser bi wê ve di roja 18ê Adara 2018an de derbasî bajarê Efrînê bû û dagîr kirin û dest bi dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Ji roja 18ê Adarê ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefê de dijîn. Bi mebesta standina pereyan ji malbatên Efrînî bi hezara xort û keçên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin û tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor amaran zêdetir ji 6 hezar welatiyên Efrînê di vê heyama bûrî de hatine revandin.

Ev 10 meh in Efrîn dagîr kiriye û hîna zêdetir ji 50 hezar Kurdên Efrînê li kampên derdora Efrînê li navçeyên bakurê Helebê di kampan de di rewşeke gelekî xirap de dijîn û ne artêşa Tirkiyê û hêzên rêjîma Sûriyê rê nadin wan ku vegerin ser mal û milkên xwe.

Ji wê demê ve jî bi awayekî rêkxistinkirî koçberên Xûtaya Şamê û navçeyên din ên Sûriyê li Efrînê li cihê Kurdan tên bicihkirin, di vê derbarê de jî partiyên Kurdî û rêxistinên mafên mirovan hişyariya wê yekê didin ku guhartina demografiya Efrînê tê kirin û nasnameya Kurdbûna Efrînê tê armanckirin.

 

S. B