Tirkiye: Di 2018an de22 kes di girtîgehan de jiber nexweşî û bêçavderiyê mirin e

Komeleya Mafê Mirovan ya bajarê Stenbolê bi daxûyaniyekê da zanîn: Di sala 2018 an de, 22 girtiyên siyasî ji ber nexweşiyan û bê çavdêriyê, mirin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafê Mirovan ya bajarê Stenbolê bi daxûyaniyekê da zanîn:  Di sala 2018 an de, 22 Girtiyên Siyasî ji ber nexweşiyan û bê çavdêriyê, mirin e.

Komeleyê, ku xwest li meydana Galatasaray a Stenbolê çalakiyê lidarbixe, rasti astengiya polisan hat.

Polisên Tirkiyê destur neda, ku çalaki bê encam dan. Paşê çalakvanan li ber deriyê Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê, daxwazên xwe ji raya giştî re eşkere kirin.

Di daxûyaniyê de, hate diyar kirin: di sala 2018 an de, 22 Girtiyên siyasî di zîndanan de jiber nexweşiyên cuda mirin e.

Nûnera IHDê Hatice Onaran da zanîn: Li ser rewşa xerab a bi hezaran girtiyan, wan Wezareta Dadê agahdar kirin e, lê bê bersiv hatine hiştin.

 

 

C.B