Nadya Murad ji qurbaniya destê DAIŞê bo xelata Nobelê

Xelata Nobel a Aştiyê ya sala 2018an îro ji bo Nadya Murad û Denis Mukwege tê pêşkêşkirin. Berî rêwresma bexşîna xelatê, li Oslo paytexta Norwecê komek çalakî birêve çûn.
kurdistan24.net

K24 – Oslo

Xelata Nobel a Aştiyê ya sala 2018an îro ji bo Nadya Murad û Denis Mukwege tê pêşkêşkirin.  Berî rêwresma bexşîna xelatê, li Oslo paytexta Norwecê komek çalakî birêve çûn.

Di çarçova wê rêwresmê de û di simînarekê de behsa çendî babetên komkujiyê li cihên cuda yên cîhanê  hatin kirin û amaje bi wê yekê kirin, hewlên ji bo nehîştin û dubarekirina wan komkujiyan berdewam in. Beşdarên simînarê ji bilî pîrozkirina li Nadya Murad, bi dengê hemû jinên ku ketin ber destdirêjiya seksî dizanin.

Wezîrê Civaka Medenî yê berê di Hikûmeta Iraqê Memo Ferhan li wê çalakiyê ji K24ê re got: “Bexşîna xelatê bo Nadya Murad, destkefteke mezin e ji gelê Kurd û Iraqê bi giştî li ser asta Rojhilata Navîn, ji ber ku ew xelat bo yekem car ji bo kesekî wê navçeyê tê pêşkêşkirin. Karî dengê wan jinên destdirêjiya seksî lê bûne bigihînin cîhanê. Nadya Murad ne ji ber ku destdirêjî lê hate kirin, tê xelatkirin, belkû karî bi dengê xwe bike dengê her kesê destdirêjî lê hatiye kirin.”

Beşê duyem ê simînarê ji bo fîlmekî documentary li ser jiyan û kesayetiya Nadya Murad û Êzidiyan hate terxankirin.  Derhênerê fîlmê hewl dabû dewlemendiya kultur û destkeftên girîng ên Êzidiyan bixe ber çavên bîneran.

Berhemhênerê fîlmê sînemayî Ebas Xezalî ji K24ê re got: “Dikarin bi riya documentarykirina belgeyan û hunera sînemayê azar û eşkenceya gelê xwe bighînin cîhanê. Ew film behsa dîroka Şingal û azarên Kurdên Êzidî û pîrozbûna Leşleşê dike. Kurdên me yên Êzidî 2 caran rastî tawanê hatine, carekê ji ber ku ew Kurd in û cara din ji ber ku ew Êzidî ne.”  

Nadya Mura dew keçeke Kurd a Êzidî di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û piştre rizgar bû, di sala 2015an de di çarçoveya programa koçberan de çûye Almanyayê. Di Kanûna sala 2015an de li Encûmena Asayişa Navdewletî gotarek pêşkêş kir. Di Îlona sala 2016an de bû Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî. Di sala 2016an de xelata Saxarovî ji aliyê Parlementoya Ewropayê ve jê re hat dayîn. Di sala 2018an de xelata aştiyê ya Nobelê bi dest xist. Xelat li hember "hewldanên wê yên ji bo bidawîanîna bikaranîna tundiya seksî wek çekekî şer" jê re hat dayîn.