ENKS ji bo azadkirina girtiyên xwe derdikeve xwepêşandanekê

ENKSê ji bo girtiyên xwe yên di zîndanên Asayişa Rojava de roja çarşema bê li Qamişlo derkevin xwepêşandanekê

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li bajarê Qamişlo civiya û biryar da, ji bo girtiyên xwe yên di zîndanên Asayişa Rojava de roja çarşema bê li Qamişlo derkevin xwepêşandanekê.

Li gorî zanyariyên K24ê, di civînê îro ya ENKSê de biryar hat dayîn ku roja çarşemê 23ê vê mehê li pêşiya avahiya Netewên Yekgirtî li Qamişlo derkevin xwepêşandanekê û daxwaza serbistberdana girtiyên xwe yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de bikin.

Ji demekê ve hejmarek ji serkird, endam û alîgrên ENKSê li Qamişlo, Efrîn û Kobanê di zîndanên Rêveberiya Xweser de ne û çarenivîsa wan ne diyar in.