HSD zeviyekî mezin yê xazê li Dêra Zorê kontrol kir

Serokê civata serbazî ya Dêra Zorê ya ser bi Hêzên Sûrya Demukrat ve, Ehmed Ebû Xewle ragihand, ku hêzên wan dest danîne ser zeviyê Konuko yê xazê li gundewarên Dêra Zorê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê civata serbazî ya Dêra Zorê ya ser bi Hêzên Sûrya Demukrat ve, Ehmed Ebû Xewle ragihand, ku hêzên wan dest danîne ser zeviyê Konuko yê xazê li gundewarên Dêra Zorê.

Wî serkirdeyê HSD diyar kir, piştî şerê çend rojan bi DAIŞê re, hêzên wan karîne wî zeviyê mezin li rojihelatî çemê Ferêt kontrol bikin.

Ji aliyê xwe ve nûnerê kompanya xaza Sûriyê li Dêra Zorê Emîn El-Hemîd ji ajanseke Rûsî re ragihand: “Li Dêra Zorê tenê zeviyê El-Teym di destê hikûmeta Sûriyê de ma ye û bêtirî 80% ji zeviyên petrol û xazê hîn di destê DAIŞê de ne.