Qamişlo.. Xwepêşandana şermezarkirina êrîşa li ser Efrînê

Bi boneya salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, li bajarê Qamişlo bi hezaran welatî derketin xwepêşandanekê û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermzar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, li bajarê Qamişlo bi hezaran welatî derketin xwepêşandanekê û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermzar kir.

Berî salekê di roja 20ê Çileya 2018an artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike êrîşî Efrînê kirin û piştî dagîrkirina wê di 18ê Adara 2018an de, ji wê demê ve grûpên çekdar dest bi binpêkirinên mirovî ji dizî, talan, revandina welatiyan û spandina bacan li ser xelkê Efrînê dikin.

Ev xwepêşandana îro li ser banga Encûmena Cîbicîkar ya Cezîrê hat, ku duhî di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyan kir derkevin xwepêşandanên şermezarkirina êrîşê û piştevaniya xelkê Efrînê bikin.