Teyar El-Xed û Rêveberiya Xweser, pêşeroja Sûriyê gotûbêj dikin

Li bajarê Amûdê hinek hevdîtin di navbera berpirsên Rêveberiya Xweser û şandeke ji hin hêzên siyasî yên dijberiya Sûriyê bi serkêşiya Teyar El-Xed a Sûriyê pêk hat. Yek ji endamên şanda navbûrî fermandarê leşkerî yê hêzên Elnuxbe ku girêdayî Teyar El-Xed, serdana eniyên şer kir û rewşa şervanan ji nêzîk ve şopand.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hevserokê Desteya Derve ya Cizîrê Ebdulkerîm Umer li ser naveroka civîna ligel Teyar El-Xed a Sûriyê ji K24ê re got: “Mijarên ku hatine gengeşekirin ew bûn ku çawa pirsgirêka Sûriyê bê çareserkirin û pêşeroja Sûriyê bi çi awayî be û çawa emê karibin bi hev re Sûriyayeke demokratîk û nenavendî ava bikin, ku pirsgirêkên tevahiya pêkhateyan li gor belge û yasayên navdewletî bê çareserkirin.”

Serokê şanda Teyar El-Xed dibêje, hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser re berdewam in, ku ber demekê li Qahîra û Rojava wan hevdîtin kirine. Serokê Şandê tekez dike ku rêkeftinek di navbera wan û Rêveberiya Xweser de heye û di vê serdanê de li ser xalên serkeftî û yên hîn mane, gufûgo hat kirin û di nava wê de jî rewşa leşkerî.

Rêvebirê Nivîsgeha Rêxistinê ya Teyar El-Xed Elî Elasî ji K24ê re wiha axivî: “Me serdana eniyên şer kir, wek hûn dizanin ku hêzeke me ya leşkerî bi navê El-Nube ligel YPG û HSDê di şerê Reqayê de beşdar e. Me rewşa leşkerî û eniyên şer şopand. Şervan li ber deriyê rizgarkirina Reqayê ne. Bi giştî diyalog bi biraderan re berdewam e.”

Şanda navborî ji berî 3 rojan di riya deriyê sînorî “Sêmalka” re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li gor fermandarên leşkerî yên Hêza El-Nuxba, ku eger e ji piştî şerê Reqayê, rêkeftinên girîn li ser asta siyasî bo paşeroja Sûriyê çê bibin.