Nêçîrvan Barzanî: Hewl ên Me berdewamin bo rizgarkirin a Êzdîyên revandî ji alîyê Daişê ve

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragehand: Hewlên hikumeta Herêma Kurdistanê berdewamin bo rizgarkirina kiç û kurên Êzdîyên revandî ji alîyê Daişê ve.

K24- Hewlêr

Serokê hikumeta  Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragehand: Hewlên hikumeta Herêma Kurdistanê berdewamin bo rizgarkirina kiç û kurên Êzdîyên revandî ji alîyê Daişê ve.

Serokê hikumetê, evro pêşwazîkir ji şandeka herêm a Badin Vortmbêrga Elmanî. Di kombûnê de supasîya gel, hikumeta Elmanyayê  û herêma Votimbêrg  kir bo harîkarîyên wan yên  berdewam  bo Herêm a Kurdistanê di demên dijwar de, nemaze jî di warê serbazî û mirovî ve.

Nêçîrvan Barzanî, bi pêdvî zanî ku piştî neman a şerrê Daişê, karê hevpişk bihê encamdan bo rûbirûbûna hizra tundrewa Daişê li deverê.

Şanda mihvan, pêkatibû ji Tîrîsa Bawer, wezîra zanst û vekolînan, Têrêza Şopêr, wezîra dewletê li herêma Badin Vortimbêrg û Brabara wolf, kunsila giştîya Elmanîyayê li Herêma Kurdistanê û çend perlemantarekên wê Herêmê.

Wê şandê rol û qurbanîyên xelk, Pêşmerge û hikumeta Herêma Kurdistanê bilind nirxan di vehewanfin penaber û koçberan û paraztina wan ji metirsîyên terorê.

Herweha amadeyîya xwe jî nîşandan bo her harîkarîyekê li gel hikumeta Herêm a Kurdistanê  di ayînde de.

 Di pişkeka dî ya dîdarê de, Nêçîrvan Barzanî, supasîya destpêşxerîya Herêma Badin Vortimbêrg kir bo çareserkirin a zaro û Keçên Êzdîyên rizgarkirî ji dest ê Daişê.

Herweha amaje bi wê yekê da ku hewlên hikumeta Herêma Kurdistanê berdewamin bo rizgarkirin a kiç û kurên Êzdî ji dest Daişê û heya dawîyê jî Em dê Berdewam bibin.