Kernevaleke cemawerî mezin li Hewlêrê tê sazkirin

Biryar e sibe Sêşemê 25/9/2018an, bi amadebûna Serok Barzanî, kernevaleke cemawerî mezin li lîstingeha Frenso Herîrî li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Biryar e sibe Sêşemê 25/9/2018an, bi amadebûna Serok Barzanî, kernevaleke cemawerî mezin li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Armanca sereke ya wê kernevala cemawerî, piştevanîkirina Lîst 183yan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û hevdem ji yekemîn salvegera encamdana Referanduma Serxwebûna Kurdistanê ye, ke di 25ê Êlûna 2017an de hat encamdan û nêzîkî 93% ji welatiyên Kurdistanê, deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.

Ew ahenga cemawerî ya mezin wê li nav lîstingeha Şehîd Frenso Herîrî bê lidarxistin û PDK dixwaze peyam û bernameya Lîsta xwe ji cemawerên Kurdistanê re bide nasîn.

N.O