Îro berbijarên biserketî sûnda yasayî dixun

Bêgerd Talebanî: Berbijarên biserketî wê sûnda yasayî bixun, lê ji ber ku aliyên siyasî derbarê pêkanîna Hikûmetê kom nebûne, Desteya Serokatiyê nayê hilbijartin û rûniştina Perleman wê vekirî bimîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Biryar e îro berbijarên biserketî yên gera pêncem a Perlemana Kurdistanê, sûnda yasayî bixun û wek perlemanter dest bi kar bikin, lê bi sedema nebûna rêketineke pêşwext di nav aliyên siyasî de, Desteya Serokatiya Perleman nayê hilbijartin û ew yek tê paşxistin.

Berbijara biserketî ya lîsta YNK û sikirtêra berê ya Perlemana Kurdistanê Bêgerd Talebanî, ji Kurdistan24ê re got: Berbijarên biserketî wê sûnda yasayî bixun, lê ji ber ku aliyên siyasî derbarê pêkanîna Hikûmetê kom nebûne, Desteya Serokatiyê nayê hilbijartin û rûniştina Perleman wê vekirî bimîne.

Bêgerd Talebanî got jî: Lîsta yekem di hilbijartinan de, ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, pêwîst e ewana dest bi serdana aliyan bikin, lê heya niha nekirine.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ku xwediya mezintirîn firakisyon e di Perlemana Kurdistanê de, komîteyek li ser astekî bilind pêk aniye ji bo danûstendinan li gel aliyên din bike, daku bi zûtirîn dem Desteya Serokatiya Perleman û kabîneya nû ya Hikûmetê werin pêkanîn. Lê  berpirsên PDK didin xuyakirin, ku heya rêketinek di nav aliyan de neyê kirin, Desteya Serokatiyê jî nayê hilbijartin.

N.O