Çavuşoglu: Em amade ne ligel Esed kar bikin

Çavuşoglu: Tirkiye amade ye, ger di hilbijartinek demokratîk de Esed serbikeve ligel wî kar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ragihand ku, heta berî demekê Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan wekî heval li Serokê Sûriye Beşar Esed temaşe dikir. Tirkiye amade ye, ger di hilbijartinek demokratîk de Esed serbikeve ligel wî kar bikin.

Ev gotin di demekê de tên ku, Tirkiye gefa Operasyonê li rojhilatê Firatê dike û bi vî awayî sekna xwe beramberî Esed, ku heta niha wekî “Kujer” binav dikir, biguherîn e.

Erdogan di Berçile ya 2017an de diyar kiribû: “Ligel Esed karkirin ne mumkin e. Kesek ku 1 milyon hevwelatiyên xwe kuştin, em dê çawa bipejîrînin? Esed teror a dewletê bikar aniye û terrorist e! Idlib liber çavan e, Dêrazorê liber çavan e. Bi esed ne mumkin e aramî were Sûriye. Ev dîtina me ye!”

 

 

C.B