Parlemantoya Kurdistanê roja 18ê vê mehê dicive

Serokê rûniştina yekem ê Parlemantoya Kurdistanê bang li hemû parlemantaran dike, roja 18ê vê mehê li Parlemantoyê amade bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê rûniştina yekem ê Parlemantoya Kurdistanê bang li hemû parlemantaran dike, roja 18ê vê mehê li Parlemantoyê amade bin.

Di daxuyaniyekê de, Serokê rûniştina yekem ê Parlemantoya Kurdistanê bang li hemû parlemantaran dike ji bo guftûgokirina bernameya karê rûniştina destpêkê ya sala yekem ya xula pêncem a hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê demjimêr 11ê pêş nîvro ji roja 18ê vê mehê amade bibin.

Roja 5ê vê mehê şandên danûstandkar ên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyanbûn, piştî civînê jî Peyvdarê YNKê Seidî Ehemd Pîre di konferanseke rojnamevanî de got: “Me lihev kir ku roja 18ê Sibatê Parlemantoya Kurdistanê bicive û herwiha di heman rojê de jî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dicive.”

 

S. B