Gulen: Me hevûdu dîtiye, Gul: Me hevûdu nedîtiye

Rêbere Cemaeta Xizmet Fethullah Gulen, ku ji alî desthilata Tirkiye ve bi organizatorê hewla kodetaya 15ê Tîrmeh a 2016an tê tometbatkirin, di hevpeyvînek ligel Reuters û radyoyek almanî de, ew tomet biderew liqelem dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herweha di hevdîtina xwe de Fethullah Gulen diyarkir ku, Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu seredana wî kirin e.

Girêdayî vê yekê, ofîsa Serokomarê 11an ango ofîsa Abdullah Gul daxûyaniyek belavkir, ku tê de Abdullah Gul, hevdîtina xwe ligel Gulen red dike.