Mafê zarokan li bakurê Kurdistanê tên binpêkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Komeleya Mafê Mirovan Şaxê Diyarbekrê di derbarê binpêkirinên zarokan de daxûyaniyek da û got: Di sala 2018 an de, 41 Zarokên Kurd hatine kuştin û 64 zarok jî, rasti eşkencê û kiryarên xerab, hatin e.
Liser navê Komisyona Parastina Mafê Zarokan a Diyarbekrê Parêzer Ercan Yilmaz got: di encama vekolinekê de, 41 Zarok jiber şiddetê û dıjwariyê hatine kuştin.
Li gorî raporê, 9 zarok di encama teqeyên hêzên ewlekariyê de, jiyana xwe ji dest dan e û 46 zarok jî brîndar bûn e û 4 zarokan jî, pêl mînan kirin e û jiyana xwe winda kirin e.
Rapor dîyar dike, 54 zarok ji alî polisan ve hatine girtin, 5 ji wan hatine eşkence kirin û zarokên din jî, bi şiddetê re, rûbirû man e.
Her wiha 4 zarok jî, li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine revandin.
Herî dawî li bajarê Wan, 3 zarok û 2 ciwan rastî eşkenceya leşkerên Tirkiyê hatin e.
C.B