Firokeyên Iraqî 36 çekdarên DAIŞê li Sûryê kuştin

Di rojên derbasbûyî de, hêzên ezmanî yên Iraqê bi çend firokeyên cengî, êrîşî bingehên çekdarên DAIŞê li nav axa Sûryê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Iraqê ragihand, ku di encama bordûmankirina firokeyên wan yên cengî de ji hin bingehên çekdarên DAIŞê re li nav axa Sûryê, 36 çekdarên wê girûpê hatin kuştin

Herwiha artêşa Iraqê diyar kir, ku di nav wan kuştiyan de, hejmarek ji serkirdeyên pile bilind yên DAIŞê heye.

Pêncşema Derbasbûyî 19/4/2018, ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku firokeyên cengî yên Iraqî ji corê F16, bi fermana Ebadî êrîşî bingehên DAIŞê yên li nav Sûryê nêzîkî sînorên bi Iraqê re bordûman kirin, herwiha diyar kir ku ewê li derveyî Iraqê jî şerê wê girûpê bikin.

N.O