Çekdarên mîlîşyayên Sûrî Efrînê talan dikin

Çekdarên mîlîşyayên Sûrî yên îro derbasî nava bajarê Efrînê bûne dest bi dizî û talankirina mal, dikan û otombîlên welatiyên sivîl kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên mîlîşyayên Sûrî yên îro derbasî nava bajarê Efrînê bûne dest bi dizî û talankirina mal, dikan û otombîlên welatiyên sivîl kirine.

Jêderên ji nava bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, Çekdarên mîlîşyayên Sûrî yên îro derbasî nava bajarê Efrînê bûne dest bi dizî û talankirina mal, dikan û otombîlên welatiyên sivîl kirine.

Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan "AFP" wêneyên çekdarên mîlîşyayê Sûrî ji nava bajarê Efrînê belav kirin, tê de diyar dibe ku ew çekdar mal, dikan û otombîlên xelkê Efrînê didizin.

Nêzîkî du mehan e artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine, îro jî hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê derbasî nava bajarê Efrînê bûn û ala Tirkiyê li ser dam û dezgehên Efrînê bilind kirin.

Ji berê vê êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, ku ta niha nêzîkî 280 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 680 welatiyên din jî birîndar bûne. Herwiha zêdetir ji 150 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê koçber bûne.

 

S. B