PDK peyama pîrozbahiyê arasteyî PDK-S kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê – PDK bi boneya salvegera 61emîn sal a damezrandina Partiya Demokrta a Kurdistanê - Sûriye – PDK-S peyamek pîrozbahiyê şand û ragihand: Hêvîdar in ev salveger bibe sedema nêzîkbûna zêdetir di navbeyna partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê.
PDK, ev roj li tevayiya endam û alîgirên Partiya têkoşer PDK-S, pîroz kir.
Di peyamê de hatiye: Hêvîdar in ev bîranîna dîrokî bibe sedema geşepêdanek zêdetir jib o PDK-S û bibe handerek bo pêşveçûna giyana tevahî, brayetî û peydabûna yekrêziyê di navbeyna tevgerên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de.
Hêvîdar in ev salveger bibe sedema nêzîkbûna zêdetir di navbeyna partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê û pêşvebirina proseya demokrasî û destkeftên zêdetir ji gelê me yê wî beşî Kurdistanê yê ezîz.
Carek din bi nave Partiya Demokrat a Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji PDK-S re dixwazin.
PDK-S di sala 14ê Hezîran a 1957an de liser destê têkoşer û welatparêzên rojavayê Kurdistanê hate damezrandin.
C.B