Ebadî li deriyê Tirkiyê dide

Piştî ku Hikûmeta Ebadî pêbendiya xwe bi sizayên Amerîka li dijî Îranê ragihand, duh Hikûmeta Îranê, serdana Ebadî ji bo Taran hilweşand, ku biryarbû piştî geşta wî ji bo Tirkiyê, serdana Îranê jî kiriba.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Biryar e sibe serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî, serdana Tirkiyê bike.

Medya fermî ya Tirkiyê eşkere kir, ku sibe wê Ebadî serdana Tirkiyê bike û çend civînan wê li gel berpirsên pilebilind ên Tirkiyê lidar bixe, herwiha wê pêwendiyên di navbera Bexda û Enqerê gotûbêj bike.

Ew serdana Ebadî di demekê de ye, ku Amerîka dorpêç li ser Tirkiyê û Îranê sepandiye û ji hemû hevpeymanên xwe xwestiye, ku kar li gel Îranê nekin.

N.O