Xurmatû tê topbarankirin

Rewangeha Iraqê ya Mafên Mirovan ragihand, ji destpêka vê mehê navçeyên Xurmatûyê rastî Hawinbaranên herêmî tên ku bûne sedema qurbaniya bi dehan kes.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Iraqê ya Mafên Mirovan ragihand, ji destpêka vê mehê ve navçeyên Xurmatûyê rastî Hawinbaranên herêmî tên ku bûne sedema qurbaniya bi dehan kes.

Rewangeha Iraqê ya Mafên Mirovan di daxuyaniykê de ragihand, ji ber sedeme topbaranên herêmî, sivîlên navçeyên Xurmatûyê rastî metirsiyên mezin dibin, hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî nekariye rê li ber wê topbaranê bigire.

Rewangehê pişt bi çend kesên şahidhal bestiye û dibêje: “Hawinbaran ji aliyê zincîreya çiyayên derdora Xurmatûyê ve tên kirin û di encamê de hejmarek ji malbatan koçberî Kerkûk û gundê derdorê bûne.”

Li wê rewangehê, hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin û ziyanên madî jî gihêştine mal û bazarên bajêr.

Karmendê nexweşxaneya Xurmatûyê Ebdilhusên Muhsên ji Rewangeha Iraqî ya Mafên Mirovan re gotiye: “Ji destpêka vê mehê ve û ta niha ji ber topbaranê, 7 kes hatine kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûne ku jin û zarok di nav de hene û birînên hinan jî giran in.”

Ebdilwehab Qadir ku rûniştvanekî Xurmatûyê ye û ligel hêzên ewlehiyê kar dike dibêje: “Jêdera topbaranê diyar e, ji zincîreya çiyayên derdora Xurmatûyê ve, heftê du caran hawin tên avêtin.”

Di demên bûrî de hat belavkirin, hejmareke mezin ji çekdarên ku nenaskirî ne ser bi çi aliyekî ve ne, li navçeyên Kerkûk, Diyala û Zenge derketine û metirsiyeke din li ser xelkê wan navçeyan çê kirine.

Li gor zanyariyan, niha hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê hêzên xwe li wê navçê kom kirine û dixwazin wê zincîra çiyayan kontrol bikin, lê bi gotina wan ew çiya asê ne û kontrolkirina wê karekî ne hêsan e.

Li gor zanyariyên K24ê, xwebexşên navçê û beşek ji hêza Pêşmerge ji bo egera pêşketin û kontrolkirina wan navçeyan di amadehiyê de ne.

Ji roja 16ê Cotmeha bûrî rewşa ewlehiyê ya bajarokê Xurmatûyê têk çûye. Piştî ku beşek ji serkirdeyên YNKê Kerkûk û Xurmatû û navçeyên din radestî Heşda Şeibî kirin, bi hezaran jî welatiyên Kurd koçber bûn û hejmarek ji welatiyên Kurd bi destê mîlîşyayên Heşda Şeibî hatin kuştin û bi sedan mal û dikanên Kurdan hatin şewitandin.